Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbetbeger ê Girê Spî topbaran kirin.
Êrîşên Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber berdewam dike.
Îro di saetên nîvro de careke din artêşa Tirk a dagirker gundê Xirbetbeger ê li rojavayê Girê Spî topbaran kir.
Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.
Duh jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî gundên Şêx Îsa û navçeya Til Rifetê yên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.