Li Îranê girtiyek din yê Kurd hat darvekirin

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand ku duh li Îranê girtiyek Kurd yê bi navê Îrec Pakî li girtîgeha navendî ya Erdebêl hat darvekirin.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, Îrec Pakî yê 38 xelkê gundê Stunreş a girêdayî navçeya Selmas a ser bi parêzgeha Urmiye ve ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gor gotina çalakvanên mafên mirovan rejîma Îranê bi vê rêya darvekirinê dixwaze gel çavtirsandî bike da ku kes li hemberî desthilata wê ranebe.

Li gor amarek ya Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, ji sala 2010’an ve 7 hezar 709 kes li Îranê hatine darvekirin.

Her wiha li gor amaran ji serê salê ve li Îranê herî kêm 80 kes hatine darvekirin ku piraniya wan ji netewa Kurd û Belûc in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2021’an de salek beriya şoreşa ‘jin jiyan azadî’ li Îranê 333 kes, di sala 2022’yan de 582 kes û her wiha di sala 2023’yan de 740 kes hatin darvekirin.

Back to top button