Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 86′ de didome

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiyê di roja 86’an de didome.
Nobeta edaletê ya bi daxwaza ji rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî, li bajarê Îzmîr, Êlih, Edene, Mêrsîn, Amed, Wan û Stanbol bi biryardariyeke xurt dewam kir.
Çalakvanên nobetê diyar kirin ku ewê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li pişta zarokên xwe bin.

Greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiya ya bi daxwaza “ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 27 Mijdarê’ de dane destpêkiribû di roja xwe ya 86’an de didome.

Çalakiya piştevaniya bi girtiyan ya nobeta Edaletê jî li gelek bajaran dewam dike.

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyan ve tê meşandin wê ji niha û pê de şeş rojên hefteyê li du navçeyên cuda bê girtin.

Duh gelek kes tevli Nobetên Edaletê yên li navçeya Konak û Menemenê ya Îzmîrê hatin girtin, bûn.

Di çalakiya li her dû navçeyan de hat gotin ku emê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li pişta zarokên xwe bin.

Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didomin

Çalakiya Nobeta Edaletê li Êlih jî didome.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê.

Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Çalakiya Nobeta Edalatê ya Edene di roja 79’an de li avahiya Rêxistina DEM Partî a navçeya Seyhanê dewam dike.

Dayikên Aştiyê û rêveberên Partiya DEM Partî ya bajêr serdana çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat ziman.

Li bajarê Mêrsînê çalakiya Nobeta Edaletê di roja xwe ya 79’an de didome.

Rêveberên komeleyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî serdana çalakiyê kirin.

Çalakvana Nobetê Meryem Erbey her wiha endama Dayikên Aştiyê, di nobedê de axivî û got:

“Dema Serokatî azad bû dê hemû gel jî azad bibin.”

Nobeta Edaletê ya li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome.

Li navçeya Rezan a Amedê jî bi heman armancê çalakî didome.

Li cihê nobetê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin.

Nobeta Edaletê ya li Wanê hat destpêkirin di roja 78’an de didome.

Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê berxwedan bi ser keve.

Her wiha Çalakiya Nobeta Edaletê li Stenbolê jî hatibû destpêkirin, di roja 68’an de dewam dike.

Yek ji kesên ku piştgirî da çalakiya nobetê Doktora Pispor a Anestezî û Reanîmasyonê, Rukiye Ekenler bû.

Rukiye Ekenler têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê axivî û wiha anî ziman:

“Pêwîste Wezîrê Dadê êdî bi erka xwe rabe.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Yekane çareserî rakirina tecrîdê ye”

Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: berxwedan wê teqez serbikeve

Back to top button