119 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 119 rojin agahî jê nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê li gel wî bike.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, ji dema ku ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin, agahî jê tune.

Piştî revandinê, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek nerast eşkere gefa cezakirinê li Silêman kir.

Ajansa Rojnews’ê, tometbariyên nerast yên asayîşa PDK’ê şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed bi daxuyaniyekê ji Rojnews’ê re got:

“Tevî hewildanên me, PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê li gel bikin.”

Ajansa Rojnews’ê got ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

118 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Back to top button