Şêx El-Xeznewî piştî 18 salan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû

Duh Şêx Murşid Meşûq El-Xeznewî piştî 18 salan gihişte herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û di despêka hatina xwe de serdana gora bavê xwe şehîd Mihemed Meşûq El-Xeznewî û mezara şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo kir.

Duh kongreya îslama Demokaratîk Şêx Murşid Meşûq El-Xeznewî dema ji deriyê Sêmalkare derbasî Bakur Rojhilate Sûriyê bû pêşwaziya wî kirin.

Bi hatina wî re bi girseyê re berê xwe da gora bavê xwe piştî wê bi Hevserokê îslama Demokratîk Mihemed Reşîd El-xarzanî re çû sardana goristana şehîd Delîl Saroxan.

Tê payîn ku îro jî li bajarê Qamişlo civînên cuda yên Şêx El-Xeznewî wê bên lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şêx Meşûq El-Xeznewî di 1’ê Hezîrana 2005’an de ji aliyê hêzên îstixbaratê hikûmeta Şamê ve hate kuştin û piştî wî kurê wî Murşid ji Sûriyê derket.

Back to top button