Li Xezayê di nava 24 saetan de 150 kesên din hatin kuştin

Di roja 117’an ya şerê li Xezayê de artêşa Îsraîlê ragihand hejmara leşkerên wan yên hatin kuştin derket 223’an.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir, ji bo rawestandina êrişên Hemasê yên li dijî Îsraîlê ew avê bedidin tûnelên li Xezayê.
Hamasê jî ragihand di nava 24 seetên dawiyê de 150 kesên din di êrişên Îsraîlê ên li dijî Xezayê de hatin kuştin.

Şerê Hemas û Îsraîlê bi dijwarî didome û yek ji rojevên sereke yên cîhanê ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de 150 kesên din di êrişên Îsraîlê ên li dijî Xezayê de hatin kuştin.

Li gorî Wezaretê ji 7’ê Cotmehê heta niha li Şerîda Xezeyê di êrişên Îsraîlê de 26 hezar û 900 kesî jiyana xwe ji dest dane, 65 hezar û 949 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand di şerê duh de 3 leşkerên wan yên din hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Hejmara leşkerên me yên mirin derket 223’yan

Di roja 117’an ya şer de Artêşa Îsraîlê ragihand bi destpêkirina tevgera bejahî ya li dijî Xezayê hejmara leşkerên wan yên mirin derket 223’an.

Artêşa Îsraîlê: Ji bo rawestandina êrişan em avê berdidin tûnelên Hemasê

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo rawestandina êrişên Hemasê yên li dijî Îsraîlê ew avê bedidin tûnelên li Xezayê.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev, yek beşek ji rêbazên artêşa Îsraîlê ye ku ji bo gefa tûnelên bin erdê ji holê bê rakirin”

Leşkerên Îsraîlê konên penaberan şewitandin

Heyva Sor ya Filistînê jî ragihand, leşkerên Îsraîlê di serdegirtinan de li bajarê Xan Yunus ya li Şerîda Xezayê konên penaberan şewitandine.

Di daxuyaniyê de tê gotin,

“Beriya niha jî leşkerên Îsraîlê bi ser avahiya Heyva Sor de girtin, dîwarê derve yê avahiyê hilweşandin, gule li xebatkar û kesên li avahiyê reşandin. Em ji ewlehiya jiyana bi hezaran kesên li avahiyê, nexweşan û birîndaran bi fikar in.”

“Em di lihevkirineke ku agirbestê negire nava xwe de cih nagirin”

Li aliyê din Tevgera Cîhad a Îslamî ragihand, ew ê di nava lihevkirineke ku agirbesta li Xezayê negire nav xwe de cih negirin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de tê gotin, “Li hevkirineke ku agirbesta li Xezayê, vekişîna hêzên Îsraîlî ji herêmê, ji nûve avakirina bajêr û misogerkirina mafên gelê Filistînê negire nav xwe de em cih nagirin.”

Şerê Hamas û Îsraîlê

Back to top button