Greva Giştî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê serhildana gel, bi grevên giştî dewam dike.
Darvekirin û gefên darvekirinê yên hikumeta Îranê, nekariye heta niha xwepêşandêran belav bike.
Greva giştî ya doh despê kirî, îro jî dewam dike.
Şevê din bi sedan xwepêşandêr li qadan bûn.

Ev agirê serhildanê ya ji bo azadiyê ye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşadanên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” nêzî meha sêyem dibe.

Serhildana li dijî kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî despê kirî, bê navber dewam dike.

Duh li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û beşek ji bajarên Îranê greva giştî hebû.

Grevê îro jî dewam kir.

Duh li bajarên Urmiye, Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Seqiz, Bane, Dîwander, Kamyaran, Dêwlan, Firwe, Merîwan, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Selasî Bawecan, Kirmaşan, Îlam û gelek herêmên din esnaf û kasibkaran dikanên xwe venekirin û tevlî grevê bûn.

Bi sedan kes li dijî hêzên Îranê li qadan bûn

Duh li bajarê Sine xwendekarên jin serpoşên serê xwe şewitandin û bê navber dijî desthilata Îranê dirûşme gotin.

Li Goristana Beheşt ya Mihemed ya Sineyê jî merasîma çileya Mihemed Şerîet pêkhat ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da bû.

Li Dêwlan jî komek xwendekar meşiyan û bê navber dirûşme gotin.

Her wiha li Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek herêmên din yên Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin qadan, li ser rêyan agir pêxistin û rê li trafîkan girtin.

Li ser asta Îranê jî li parêzgehên Tahran, Esfehan, Kirman, Faris, Merkezî, Hemdn, Buşer û gelek herêmên din beşek berçav ya esnafan dikanên xwe venekirin û tevlî grevê bûn.

Bi şev li Tahran û bajarên Meşhed, Zencan, Erak, Esfehan welatî daketin qadan û çalakî lidarxistin.

Tê payîn greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku îro di roja duyem de ye wê sibe jî dewam bike.

Piştî damezirandina Komara Îslamî ya Îranê ya 1979’an û heta niha ev xwepêşandanên herî demdirêj û bibandor yên li dijî deshilata welatin.

Back to top button