Rûsya êrişî binesaziyên enerjiyê yên Ukrayna kir

Rûsya bi rêya mûşekan û têkbirina binesaziyên enerjiyê wan neçarî pêkanîna daxwaza Moskowê bikin.
Rûsyayê li gelek herêmên Ukraynayê êrîşên mûşekî pêk anî.
Di êrîşên ku binesaziya enerjiyê kirin armanc de herî kêm 4 kes mirin.
Hat ragihandin li seranserê welêt qutbûna elektrîkê pêk tê.

Êdî Ukraynî fêrî jiyana nava şer de dibin.

Her ku dema şerê li nava welat dirêj dibe, berdêlên wê jî giran dibe.

Şevê din hêzên Rûsya careke din bi moşekan êrişî gelek herêmên Ukrayna kir.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Ukraynayê dane, di êrîşan de herî kêm 70 mûşek hatine avêtin.

Di agahiya ku li ser kanala Telegramê hat dayîn de hat diyarkirin ku piraniya mûşekan ji ser Derya Hazarê re hatine avêtin.

Hat diyarkirin ku ji keştiyên Rûsyayê yên li Derya Reş 22 mûşekên cureyê “Kalibr” hatine avêtin.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku armanca êrîşan tesîsên leşkerî yên Ukraynayê û binesaziya enerjiyê ya artêşa Ukraynayê bûn.

Lê hat ragihandin ku mûşekên li Odessa ya li başûrê Ukraynayê û paytext Kîevê jî li hin hedefan ketine.

Waliyê Kîevê Oleksîy Kuleba, diyar kir ku piştî êrîşa mûşekî ya Rûsyayê ew nikarin elektirîkê bigihînin nîvê malên li herêma Kîevê û wiha got:

“Di rojên pêş de dê li nîvê herêmê ceyran tunebe.”

Zelensky: 4 kes hatine kuştin

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de ev tişt anî ziman:

Pergalên parastina hewayî ya Ukraynayê kariye piraniya mûşekan bêbandor bike.

Zelensky got,

“Her mûşeka Rûsyayê ya ku tê avêtin delîleke berbiçav e ku teror dikare were têkbirin e.”

Zelensky da zanîn ku ji 70 mûşekên ku hatine avêtin bêtirî 60 mûşekên hatine îmhakirin û di êrîşan de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji kargehên enerjiyê hişyariya qutbûnê

Şîrketa enerjiyê ya neteweyî ya Ukraynayê, Ukrenergo jî, ji ber êrîşên mûşekî yên Rûsyayê li seranserê welêt hişyarî da.

Kargehên enerjiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku qutkirinên awarte wê li seranserê Ukraynayê “ji bo misogerkirina hevsengiya di navbera hilberîn û xerckirina elektrîkê de” were kirin.

Di peydakirina elektirîkê de ew ê despêkê dezgehên binesaziyê bingeh bigrin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di xebatên hin santralan de pirsgirêk hene, xebatên temîrkirinê jî dewam dikin.

Nêzîkî nîvê tora elektrîkê ya Ukraynayê ji ber êrîşên Rûsyayê di hefteyên dawî de zirar dîtiye.

Back to top button