Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî tevî hemû sûcên şer, dest bi girtina sivîlan jî kiriye. Li gorî agahiyan çeteyan 4 sivîl girtine.
Li gorî çavkaniyên ji Girê Spî dewleta Tirk a dagirker sivîlê bi navê Mustafa El-Ehmed El-Mustafa, Yasîn El-Ehmed El-Mustafa, Ezîz Yasîn El-Mustafa û Ismaîl Hesen El-Idrîs girtine.
Li gorî heman çavkaniyan, dewleta Tirk ji gundê El-Hiwêce jî sivîl girtine. Lê heta niha navê wan nehatine zanîn.
Beriya sê rojan dewleta Tirk a dagirker li Grê Spî qedexeya derketina derve ragihandin.
Heta niha sedema qedexekirina derketina derve nayê zanîn.
Şêniyên herêmê jî vê qedexeyê bi polîtîkaya tirsandin û koçberkirina şêniyan binav dikin.