Li navçeyên Mêrdînê hevdîtinên gel: Wê qeyûm biçin

Di çarçoveya hilbijartinên şarederiyan de DEM Partiyê li navçeyên Dêrik a Mêrdînê bi gel re civiyan û bûro hatin vekirin.
Hevserokê DEM Partî Bakirhan anî ziman li dijî “Tifaqa JÎTEM’ê ya li korîdorên tarî yên Enqereyê hatiye avakirin, “tifaqa gel” çêkirine.
Bakirhan got, Eger hilbijartinê qezenc bikin wê gelek destkeftiyan bi dest bixin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî di çarçoveya hilbijartinan de hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne.

Hevserokê Giştî yê Partiyê Tûncer Bakirhan îro li navçeyên Merdînê bi gel re hate ba hev.

Tuncer Bakirhan û şandeya pê re ewil serdana Dêrikê kir.

Di ketina navçeyê de bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin û pişt re weke konvoyê li navenda navçeyê tûr avêtin.

Di hevdîtinê de ewilî namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin gel silav kirin.

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarên Mezin Devrîm Demîr di axaftina xwe de anî ziman 31’ê Adarê ew ê bi vîna gel şaredariyan ji destê qeyûman bê derxistin

Namzetê din ê hevşaredariyê Ahmet Turk jî got:

Em bawer im ku gelê me wê bersiva pêwîst bide wan.

Piştî namzetên hevşaredariyê Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî destnîşan kir ku eger hilbijartinê qezenc kirin wê gelek destkeftiyan bi dest bixin.

Her wiha Bakirhan bal kişande li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan a bi armanca azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd û ev bang kir:

“Em careke din dubare dikin ku vîna ji bo rakirina tecrîda li dijî birêz Ocalan danîne holê rast e, em li cem wan e û divê meseleya kurd bi mûxatabên wê yên rast re were çareserkirin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û şandeya pê re piştî navçeya Dêrikê, ji bo vekirina bûroyê derbasî navçeya Şemrexê bûn.
Piştî axaftinê buro hate vekirin û Bakirhan ji bo serdanê çû Nobeta Edaletê ya di avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk DBP a Mêrdînê tê domandin.

Piştî serdana li wir şandeyê vê carê ji bo vekirina bûroya hilbijartinê a navçeya Mehsertê jî bi rê ketin.

Bûroya hilbijartinê li vir jî bi coşek mezin hate vekirin.

Li Stenbolê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin

Back to top button