Li Stenbolê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin

DEM Partî yê li Stenbolê bi mebesta piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk hat mîtîngek lidarxist.
Beşdarên mîtîngê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo dan û gotin: “Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin.”

Îro li nava bajarê Stenbol yê Tirkiyê, bi posterên rêber Apo, diruşmeyên ji bo azadiya wî a fîzîkî bilind bûn.

Ev dîmên ji mitînga Demokrasî û Azadiyê ye, ku Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM-Partî li dar xist.

Mîtîng bi mebesta piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan bûn, pêk hat.

Berî destpêkirina mîtîngê bi hezaran kes herikîn qadê.

Beşdarên Meşa Mezin a Azadiyê: Divê CPT bi erkê xwe rabe

Beşdarên “Meşa Mezin a Azadiyê” jî bal kişandin ser serdana CPT’ê ya Tirkiyê û gotin:

“CPT hate Tirkiyê, lê neçû serdana Îmraliyê.

Gelê me azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwaze. Divê ji vê şaştiya xwe vegerin.

Lewma divê CPT bi rola xwe rabe.”

Keskîn Bayindir: Mifteya çareseriyê li ba birêz Ocalane

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî got:

“Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin û çareseriyê pêk bînin. Em vê tecrîdê qebûl nakin.”

Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê kurd li her devera cîhanê ji bo azadiya xwe têdikoş e û got,

“Di çareserkirina pirsgirêka kurd de, muxatab Abdullah Ocalan e.

Heke hûn şer û dijminatiyê nexwazin, wê demê tecrîdê rakin.”

Tulay Hatîmogullari: Divê sîstema tecrîdê bê rakirin, Îmralî bê girtin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di mîtîngê de ev peyam da:

“Werin em pirsgirêka Kurd li vî welatî bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bikin, em yekîtiya gelan pêk bînin.

Ji bo wê jî divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Divê sîstema tecrîdê li her qada jiyanê bi dawî bibe.

Em hemû bi hev re dikarin jiyaneke wekhev û hevpar ava bikin û em ê ava bikin jî.”

Back to top button