Iraq-Welatê dewlemend yê bi hejariyê re şer dike

Iraq di nava welatên çavkaniya dewlemendiya wê nehatî keşifkirin de, di rêza 9’emîn deye.
Rezerva nefta welat ji 15 trîlyon dolarî derbas dibe.
Lê li welatiyên Iraqê di nava rewşeke hejariyê de ne.
Bi gotineke din, welatê dewlemendiyê Iraq bi hejariyê re şer dike.

Rastiya nirxê bazara yedekên (rezerv) nefta binerd a Iraqê ji 15 trîlyon dolaran derbas dibe, potansiyela welat a aboriyeke bihêz eşkere dike.

Lê belê ev çavkaniyên xwezayî heta niha ji aliyê hikumetên li pey hev tên guhertin ve, baş nehatine bikaranîn.

Pisporên aborî yên Iraqî diyar dikin ku ev trîlyon dolar a çavkaniyên xwezayî dikarin deriyê aborîyeke bihêz vekin.

Ev yek bi erêkirina armancên stratejî yên wekî hilberîna bilez û mezinbûna hinardekirinê, birêvebirina bi bandor û xerckirina dahatan dibe.

Bi bidestxistina van armancan re dibe ku aramî pêk were.

Îro tê zanîn ku dewlemendiya Iraqê ku nirxeke wê ya mezin li bazarê heye, di bêrîkên welatiyan de xuya nake.

Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bal kişand ser van mijaran.

Salih anî ziman ku welatê wî di warê çavkaniya dewlemendiyê de di rêza 9’an de cihê xwe digre.

Rûsay 75 trîlyon dolar û Amerîka jî bi nêzî 45 trîlyon dolar tê.

Salih bi domdarî ev tişt anî ziman:

Gelek çavkaniyên xav yên Iraqê ku nehatine karanîn heye.

Divê ji bo pêwistî bi rêbazeke berhemanînê ya sudmend heye.

Îraq xwedî rezerva neftê ya herî mezin ya 9’emîn a cîhanê ye ku bi qasî 150 milyar bermîlên petrolê ye.

Revenda gaza siruştî ji %1.9ê yedekên cîhanê ye û di rêza 13’emîn a cîhanê de ye.

Di heman demê de çavkaniyên xwezayî yên din ên wekî xwê, sulfate sodyûm, kevirê kilsin û bi sedan zeviyên hîdrokarbonê jî dihewîne.

Back to top button