Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo

Pêngava komkirina îmzeyan li gelek deverên herêmê dewam dike û li gelek deveran jî nû destpê kiriye.
Şêniyên ku her rojê li kolanan îmzeyên xwe didin, dibêjin: “Tenê bi azadiya Rêber Apo re, aştî pêkan e.”

Li bakur û rojhilatê sûriyê xebatên Komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo bi çoş pêk tên.

Li Dêrikê komîteya komkirina îmzeyan gerê xwe li navenda bajêr didomînin.

Şêniyên ku îmzedan gotin:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê her tiştî bikin û em ê bihêlin cîhan bizane ku Rêber Apo kî ye.”

Xelkên herêmê: Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li Rojhilata Navîn aştî pêk neyê

Li navçeya Çil Axa jî li Mehleqa Çilaxa û 21 gundê din îmze hat kom kirin.

Welatiyê bi navê Neda Ebdo diyar kir ku bêyî azadiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn aştî pêk neyê.

Li Dirbêsiyê jî xebatên komkirina îmzeyan di roja 5’an de ye.

Xelkên Dirbêsiyê bi coşeke mezin îmzeyên dan.

Li Reqayê jî komkirina îmzeyan hebû.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Reqayê Heyfa El Ebdellah û Hevserokê Meclisa Şehîd Hêlîn, Cûdî Emîro gotin:

“Rêber Apo bi her awayî ji bo me têkoşiya, dem hatiye em li vê têkoşînê xwedî derkevin.”

Li Şêrawa ya Şehbayê û gundewarên wê jî pêngava komkirina îmzeyan didome.

Welatiyê bi navê Cîhad Hemdoş got, emê dîwarên îmralî hilweşînin û rêberê xwe azad bikin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Ji bo azadiya Rêber Apo îmze tên komkirin

Back to top button