Encama şerê Hemas û Îsraîlê rojane giran dibe

Bîlançoya şer û êrişên di navbera Hemas û Îsraîlê de ger diçe girantir dibe.
Di şerê li Xezayê de 86 kesên din hatin kuştin, 131 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî peymana bi hev guhertina dîl girtiyan ya bi Hemasê re şandeyeke Îsraîlê wê here Qeterê.
Li gorî rayedarên Îsraîlê dibe ku ev peyman beriya meha remezanê, 10’ê Adarê bikeve meriyetê.

Encama şerê Hemas û Îsraîlê rojane girantir dibe.

Di tevahiya şevê de û îro jî li Xezayê şer û êrişên giran pêk hatin.

Di şerê li Xezayê de 86 kesên din hatin kuştin

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Filistînê hêzên Îsraîlê şevê din ji bejahî, ezmanî û behrê ve navenda Xezayê û gelek taxên wê bombebaran kirin.

Hat ragihandin di encama êrişan de gelek kes hatin kuştin û birîndarbûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî di encama êrişên Îsraîlê yên di nava 24 seetên dawiyê de 86 kesên din hatin kuştin û 131 kes jî birîndar bûn.

Di şer û êrişên 142 rojan de hejmara kesên li Xezayê hatin kuştin derket 29 hezar 692’an.

Her wiha ya birîndaran jî bû 69 hezar 879.

Hêzên Îsraîlê li Şerîa Rojava bi dehan kes binçavkirin

Hat ragihandin tevî êrişan operasyonên binçavkirinê yên Îsraîlê jî dewam dikin.

Hat diyarkirin li gelek taxên Şerîa Rojava di serdegirtinên hêzên Îsraîlê de 15 kes hatin binçavkirin.

Li gorî daneyan ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên ku li Şerîa Rojava hatine binçavkirin derket 7 hezar 225’an.

Şandeyeke Îsraîlê ji bo peymana berdana dîl girtiyan wê here qeterê

Li aliyê din hevdîtinên li ser mijara pêk anîna agirbestê û berdana dîl girtiyan jî didomin.

Têkildarî peymana bi hev guhertina dîl girtiyan ya bi Hemasê re şandeyeke Îsraîlê wê here Qeterê.

Hat diyar kirin Konseya Şer ya Îsraîlê têkildarî mijarê ji bo ku bi Hemasê re hevdîtinan dewam bikin, destûr daye şandeyekê ku biçin Qeterê.

Hat ragihandin, rayedarên Îsraîlê, piştî civîna navbeynkaran ya li Parîsê eger danûstandin weke ku hatine plan kirin dewam bikin ji bo pêkanîna peymanê dîrokekê diyar dikin.

Li gorî rayedarên Îsraîlê dibe ku ev peyman beriya meha remezanê, 10’ê Adarê bikeve meriyetê.

Çapemeniya Misirê jî îdia kir ku ji bo pêkanîna agirbestê hevdîtinên li Dohayê despê kiriye.

Di şerê li Xezayê de 92 kesên din mirin

Back to top button