HDP’ê kongra xwe ya Qersê li dar xist

Hevseroka Giştî Ya HDP’ê Pervîn Buldan li Qersê di kongreya partiya xwe de diyar kir ku ew ê di demekî nêz de namzetê xwe yê Serokkomariyê eşkere bikin.

Partiya Gelan ya Demokratik(HDP) kongreya xwe ya 4.min ya bajarê Qersê pêkanî.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan: HDP’ê partiya gelên Tirkiyê ye

”îro li seranserî Tirkiyê Partiya Gelan Ya Demokratik HDP’ê heye.

Di kolanan de di meydanan de û di siyasetê de HDP heye û partiya herkesî ye û ya gelên Tirkiyê ye.

Li gel bindestan, li gel jinan û ciwanan Partiya HDP’ê heye. ”

Pervîn Buldan: Em ê nêz namzetê xwe yê serokomariyê eşkere bikin

” Hikumeta AKP-MHP tecrîda li îmraliyê veguherandiye şêwazekî siyasetê û em neçarin ku mil bidin milên hev û li hember vê hişmendiyê têkoşîn bikin.

Em ê di demekî nêz de namzetê xwe yê Serokkomariyê ji gelên li Tirkiyê re eşkere bikin.”

Back to top button