Wedat Hisên maskeya celadên siyasî xist

Di serdema celadên siyasî de, xortek, rojnamevanek, azadîxwazek bi hewara xwe ya dengê azad, guhê zaliman kerr kir.
Li vê herêmê, bi têkoşîna rojnamevaniya azad serdemek nû afirand. Ew şehîd Wedat Hisên bû.
Wedat Hisên yek rojnamevanên bi cesaret ê Dihok û Herêma Behdînan bû.
Rojnamevanên Hewlêrê eşkere dikin ku Wedat Husên ji ber azadiya ramanê hate qetilkirin.

Îro 7’emîn salvegera kuştina rojnamevan Wedat Hisên e.

Wedat Hisên Elî ku nasnavê wî Wedat Dihokî bû.

Wedat Hisên yek rojnamevanên bi cesaret ê Dihok û Herêma Behdînan bû.

Wedat Hisên di temenê ciwaniyê de çend salan weke çalakvanek sivîl kar kir.

Wedat di meha Hezîrana 2016’an de weke nûçegihanê ajansa ROJNEWS ya Dihokê dest bi kar kir.

Di 13’yê Tebaxa 2016’an de Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin.

Piştî nîv saetê bi birîndarî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê.

Li ser bendena wî gelek şopên êşkenceya bi hovane hatî kirin hebûn.

Piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Her deh tiliyên wî bi zindî dişkêninin û birîna çend kêran a li ser bedena wî hebûn.

Şikandina tiliyên wî ji bo nivîs û rexneyên pênûsa rojnamevan Wedat Hisên peyamek bû.

Tevî ku li ser qetilkirina Wedat re 7 sal derbas bûn jî hîn li ser bûyerê ti kes nehatine cezakirin .

Her wekî zextên li ser rojnamegeran jî bi dawî nebûne û hîn hevpîşeyên wî tên qetilkirin, girtin û binçavkirin.

Rojnemevanên Hewlêrê: Wedat ji ber azadiya ramanê hat kuştin

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê bale dikêşînin ser vê yekê .

Rojnamevanan eşkere kir ku Başûr di aliyê azadiya rojnamevaniyê de di rewşeke gelek xirab de ye û got:

“Rojnamevan Wedat jî ji ber ku kesek azadîxwaz bû hate qetilkirin.

Pêwîste kujerên wî bên cezakirin.”

Back to top button