Leşkerên Tirk li ser sînorê navbera Geverê û Urmiyê li ser kolberan gule reşandin. Di êrîşê de Misleh Kasimî yê kobler hat kuştin û birayê wî yê kolber Mislim Kasimî jî birîndar bû.
Leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Gundê Bilindbasan ê Bajaroka Bajirgê ya Geverê û Gundê Koranê yê Urmiyê li ser kolberan gule reşandin. Di encamê gulebaranê de Kolber Misleh Kasimî (23) hat kuştin û birayê wî Mislim Kasimî (22) birîndar bû.
Xizmê kolberan Kemal Elî-zade, diyar kir ku bûyer duh saet di 04.00’ê sibê de pêk hatiye.
Pêr êvarê jî li gundê Awyan a bajorka Bajêrgeh ya girêdayî navçeya Geverê, leşkerên Tirk yên derketibûn operasyonê, Elî Derelî yê 63 salî bi tevî hespê wî kuştin.
Hat diyar kirin birayê Elî Derelî Abdul-xalid Derelî yê 19 salî jî, di sala 1993’an de nêzî gund ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye kuştin.