Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê du welatî revandin û 45 dar birîn.
Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî du welatî ji navçeya Racoyê revandin.
Agahiyên derbarê her du welatiyên hatine revandin de wiha ye:
Mihemed Himkê 43 salî û Ehmed Bekrî 44 salî ji gundê Badîna ne.
Efrîn NEWS da zanîn ku her du welatî bi behaney ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kirine hatine revandin.
Firotina mal û milkên Efrîniyan dewam dike
Li aliyekî din jî, yek ji kesên ku çeteyan ew li Efrîn bi cih kiriye û ew bi xwe ji Başûrê Helebê ye firoşgeha Xelîl Henan ê ji xelkê gundê Qasim bi 800 dolarî firot.
Mihemed Elo yê ji xelkê Ebûdan ya Bilbilê jî ji bo ku mala xwe ya desteserkirî vegerîne hezar û sed dolar da çeteyê ku di mala wî de rûniştî bû.
Birîna daran li Efrîna dagirkirî bi dawî nebûye
Efrîn POST jî diyar kir ku çeteyên Feyleq El-şam li gundê Berad ê Şêrawayê 40 darên zeytûnan yê welatiyê bi navê Hesen Hemo birîn.
Her wiha li ser rêya Estêr 5 darên zeytûnan û dareke tû yên welatiyê bi navê Selah Eldîn Cemal ji Şîtana hatin birîn.