Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî

Li Efrînê çeteyaên dewleta Tirk agir bi zeviyekî darên zeytûnan û 5 hektar erd xist.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq Elşam agir bi zeviyekî zeytûnan xistin.

Torê da zanîn ku ew zevî yê welatiyê bi navê Berekat Mamo yê ji gundê Kabşîn ê Şêrawayê ye.

Hate diyarkirin agirê ku bi zeviyê zeytûnan ket bû sedema şewata hemû daran, hejmara wan jî zêdetirî 200 darî bûn.

Car din li gundê Kabşîn çeteyan agir bi 5 hektar erdê çandiniyê xist.

Ew erd jî milkê muxtarê gundê Kabşînê Mihemed Nibo bû.

Ev kiryar hemû jî, ji bo jiyanê li Efrîniyên mayî jî teng bikin û wan bidin koçberkirin da planên xwe yên guhertina demografiya herêmê bidomînin

Back to top button