Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Karwan Horamî bi bîr anî

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ragihand ku Karwan Horamî di encama nexweşiyekê de 14’ê Nîsana 2023’an şehîd bû
Komîteyê da zanîn hevrê Karwan Horamî ti carî nexweşî li pêşiya têkoşîna xwe nekir asteng û di serî de ji malbata şehîd, gelê Rojhilatê Kurdistanê û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî şehadeta Karwan Horamî daxuyaniyek da.

Komîteyê ragihand ku Karwan Horamî di 14’ê Nîsana 2023’an de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û wiha got:

“Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê, 51 sal in bê sekin di nava têkoşîneke bê eman de ye.

Di vê têkoşînê de keda bi milyonan azadîxwaz û têkoşerî heye.

Vê yekê jî wisa kiriye ku ev tevger bibe rêxistineke cîhanî. ”

Komîteyê diyar kir ku hevrê Karwan Horamî ti carî nexweşî li pêşiya têkoşîna xwe nekir asteng û ev tişt anî ziman:

“Bi sedan jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bê cudahî, bi baweriyeke mezin di nava têkoşînê de cih girtin.

Yek ji van hevrêyên dilsoz jî heval Karwan Horamî bû ku bi kelecanî, ked û nasnameya xwe ya xebatên şoreşgerî dihat nasîn.

Mixabin hevrêyê me dema li ser erka xwe bû, ji ber îflasbûna gurçikan tevî hemû hewldanên heval û nexweşaneyê şehîd bû.”

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê di dawî de ji malbata hêja ya şehîd Karwan û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîd Karwan Horamî wiha ne:

Mihemed Malîk, bi nasnav Karwan Horamî, cihê ji dayikbûnê Sine, 14’ê Nîsana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Back to top button