Proje-Biryara li dijî asakirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re

Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresa Amerîkî, proje-biryarek li dijî asakirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re, pesend kir.

‘Hevbendiya Amerîkî ji bo Sûriyê’ ku ev biryar pişniyar kiriye, bi daxuyaniyekê diyar kir, Komîteyê bi piraniya dengan ev biryar erê kir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresê biryar erê kir

Li gorî vê proje-biryarê, hikumeta Amerîkî tu hikumeteke şamê ya bi serkêşiya Esed, nas nake.

Piştî erêkirina Komîteya Têkiliyên Derve, ev proje-biryar bo Kongiresê tê şandin û eger Kongresê jî erê kir, bo Senatoyê tê rakirin.

Eger Senatoyê jî erê kir, digihêje ber destê serokê Amerîkayê Joe Biden û bi îmzeya wî, dikeve meriyetê.

Di nava çend rojan de, ‘Hevbendiya Amerîkî ji bo Sûriyê’ bi her du partiyên Demokrat û Komarî re danûstandin li ser destekdayîna proje-biryarê dikir.

“Me pêşniyar kir Qanûna Qeyser 8 salên din were dirêjkirin”

Hevbendiyê got: ” Em dixwazin beriya lûtkeya Erebî, nameyeke tund ji dewletên ku têkilî bi hikumeta Esed re asa kirine re, bişînin.”

Li gorî Hevbendiya Amerîkî ji bo Sûriyê, yek ji bendên proje-biryarê, dirêjkirina qanûna Qeyser heta sala 2032’an e.

Qeyser ket meriyetê.. wê rê li ber encamên çawa veke?

Back to top button