Li Kobanê Yekîtiya Hunermendan hat avakirin

Li kobanê Yekîtiya Hunermendên Kobanê hat avakirin. Hevserokên Yekîtiya Hunermedan a Kobanê eşkere kirin ku armanca wan avakirina yekîtiyê ew ku hunermend li hev kom bibin û berhemên nû saz bikin.

Ji aliyê Hunermedên Herêma Firatê, cara yekmîn li Kobanê Yekîtiya Hunermendên Kobanê tê avakirin.

Bi vekirina yekîtiyê, bi dehan Hunermend, Şanoger, Endamên Saziyan amed bûbûn.

Her wiha Hunermend Seadûn Kobanê û Stêrvan Bozan weke Hevserokên Yekîtiya Hunermendên Kobanê hatin hilbijartin.

Paşê Hemû Hunermendên hazir Sitran Pêşkêş kirin û govend hatin gerandin.

Hevserokên Yekîtiya Hunermedan a Kobanê eşkere kirin ku aramca avakirina yekîtiyê ew ku hunermend li hev kom bibin û berhemên nû saz bikin.

Back to top button