Fransa bang YE’ê kir ku derbarê têkiliya xwe bi Tirkiyê re helwesta xwe diyar bike

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku derbarê têkiliya xwe bi Tirkiyê re helwesta xwe diyar bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian destnîşan kir ku wê di roja duşemê ya bê de Yekîtiya Ewropayê civînekê ser karûbarên derve li dar bixe.

Li gorî Le Drian wê di civînê de têkiliya yekîtiyê bi Tirkiyê re were nîşqaş kirin, ew jî ji ber kiryarên Tirkiyê di Lîbya û Deryaya Spî de.

Le Drian bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku bila di cînva bê de derbarê têkiliya xwe bi Tirkiyê re helwesta xwe diyar bikin.

Back to top button