Pêşmergeyên Dêrin: Divê hemû hêzên Kurdî bibin yek

Pêşmergeyên Dêrîn li dijî êrişên Tirkiye û Îranê bang li hemû hêzên kurdî kirin ku ji bo parastina axa Kurdistanê de bibin yek.

Pêşmergeyê dêrîn Fayeq Bazyanî diyar kir ku sedema bûyerên li ser Kurdan tên neyekîtiya wan e û got:

“Sedema tişta ku tê serê me ne yekîtiya me ye.

Mixabin helwesta me li hemberî dijmin ne yekgirtî ye.Her hêzeke me li gel dagirkereke tevdigere.

Pêwîste tevahî hêzên Kurdan ji bo gihîştina encamek baş, li hin xalên netewî de lihevbikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Ez pêşmergeyê dêrîn im û niha jî amademe weke Kurdekê canê xwe ji bo Kurdistanê feda bikim.”

Herwiha pêşmergeyê dêrin Ebûebîr Hisên jî banga hêzên kurdî kir ku lûleyên çekên xwe ne li hember hev, li hember dijmin karbînin.

Back to top button