Xelkê Til Rifet: Em ê li ser xaka xwe bin

Şêniyên Til Rifetê dibêjin ew bi axa xwe ve girêdayî ne û dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin. 

Welatiyê bi navê Mihemed Îd derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk her dem êrişî me dike.

Tevî êrişên dijwar em li ber xwe didin, em li ser xaka xwe ne û di zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikin.

Çi qas dewleta Tirk a dagirker êriş bike jî em ji malên xwe dernakevin.”

Koçbera ji Efrînê ya li Til Rifetê, Hena Mihemed jî piştrast kir ku Tirkiyê di êrişên xwe de sivîlan dike armanc.

Hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan jî da zanîn ku Tirkiyê bi van êrişên xwe dixwaze herêmê vala bike.

Di dawiyê de, Mihemed Henan bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker jî şermezar kir.

Back to top button