ÇETEYÊN BI NAVÊ “SILÊMAN ŞAH” BACÊN MABÛNA DI XANIYÊN XWE DE JI ŞÊNIYAN DIXWAZIN

Li navçeya Şiyê ya Efrînê çeteyên “Silêman Şah” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên cihêreng didomînin.
Vê carê jî, ferzkirina bacan li ser şêniyên ku dixwazin di xaniyên xwe de bijîn.

Li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê çeteyan 2000 dolarên Emerîkî ji 4 malbatan standin.

Ji ber mabûna wan di xaniyên xwe de, çete bacan ji şêniyên gund dixwazin.

Malbata ku wê bacê nede jî, wê ji xaniyên xwe were derxistin.

Nirxa bacê ango pereyan divê were standin, herî kêm 75 hezar lîreyên Sûrî ye.

Meha borî çeteyên dewleta Tirk li navçeya Şiyê nêzî 60 milyon lîreyên Sûrî ji şêniyan standibûn.

Leave a Reply

Back to top button