Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 98. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin di roja 98’an de ye.
Her wiha çalakiyên Malbatên girtiyan yên Nobeta Edaletê jî bi biryardarî didome.
Çalakgeran îro çareke din gotin: “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 98 rojin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Rêber Apo û çareseriya doza kurd di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Nobeta Edaletê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Hemwextî vê yekê li bajarê Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiyên Nobeta Edaletê heye.

Xizmên girtiyan îro çareke din îsrara xwe ya di çalakiyê de dubare kirin û gotin:

“Heta tecrîda li ser Rêber Apo rabe, em ê vir neterikînin.

Divê daxwazên girtiyan were bicîh anîn.”

Çalakgeran her wiha balkişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gotin:

“Îro ne tenê Rêber Apo di bin tecrîdê de ye, em hemû di bin tecrîdê de ne.

Girtiyên siyasî jî, di bin tecrîdê de ne.

Em kurd ax, erdnîgarî û ava xwe, bi taybetî zimanê xwe dixwazin.

Lewma azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

Dayîkên girtiyan yên di çalakiyê de jî, balkişandin ser bêhiqûqiya ku li girtîgehan têne kirin û gotin:

“Li tu derê cîhanê bêhiqûqiyeke wiha nehatiye dîtin.

Ew neheqiya ku îro li girtiyan tê kirin wê sibê li me hemûyan bê kirin.

Lewma em li dijî vê neheqiyê ne.”

Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne

Back to top button