Rêxistina YSP û HDP a Amedê bi rojnamevanan re civiyan

Rêxistina Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan yê Amedê li bajêr bi rojnamevanan re civiyan.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk bang li gelê Kurd kirin ku di 28’ê Gulanê de li dijî Erdogan biçin ser sindoqan.
Siyasetmedaran diyar kirin, ev hilbijartin wê qedera Tirkiyê biguherîne û gotin:
Heke Erdogan bi ser bikeve wê gelên Tirkiyê carek din nikaribe bêhnê bistîne.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan ên Amedê bi rojnamevanan re civiyan.

Civîn bi beşdariya Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, siyasetmedar Ahmet Turk û gelek nûnerên din pêk hat.

Pervîn Bûldan di civînê de axivî û da zanîn ku ew ji bo hilbijartina tûra duyemîn vê civînê li dar dixin.

Pervîn Bûldan: Helwesta me ya di tûra yekemîn de dê dîsa bidome

Bûldan diyar kir hilbijartina serokkomariyê ji bo siberojeke demokratîk û aştiyane gelekî girîng e û wiha got:

“Helwesta me ya tûra yekemîn wê di tûra duyemîn de jî dewam bike.

Ji ber siberoja me eleqdar dike.

Heke Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi ser bikeve, wê gelên Tirkiyê careke din nikaribe bêhnê bistîne.

Ez vê pir eşkere dibêjim. Lewma divê Erdogan biçe û heke ew biçe wê civak aram bibe.”

Bûldan bi bîr xist hemû polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya Kurdan e û divê ew vê dijminatiyê rawestînin.

Bûldan: Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyê biguherîne

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ji bo çûyîna ser sindoqan banga beşdariyê li gel kir û got:

Yan em ê ronahiyê yan jî tarîtiyê hilbijêrin.

Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyê biguherîne û guhertin di destê me de ye.”

Ahmet Turk: Em ji bo siberoja gelê Kurd têdikoşin

Paşê Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk mafê axaftinê girt û ev nirxandin kir:

“Em ji bo siberoja gelê Kurd û Tirkiyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin.

Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye.

Ji vir nemaze dixwazim gazî ciwanên me yên hêja bikim; nebî nebî neyên lîstokên hin kesan.

Heke hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were.

Ahmet Turk destnîşan kir ku li dijî faşîzmê wê helwesta wan demokrasî be û di tûra duyemîn de banga piştgiriya ji bo namzetê Serokkomariyê Kemal Kilicdaroglu kir.

YSP û HDP’ê ji bo tura 2. helwesta xwe eşkere kir

Back to top button