HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got:“Hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr bi taybetmendiyên xwe wê her tim ji me re pêşengiyê bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku di 5’ê Gulana 2023’an di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li Avaşînê, 3 hevrêyên me şehîd bûn û wiha got:

Hevrêyên me ku ji sala 2021’ê û pêve li hemberî êrişên dagirkeran bi biryardariyeke mezin li ber xwe didan, weke xeleka dawî ya berxwedana destanî tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me ji bo hêjayî berxwedana dîrokî ya Rêberê me bibe, ji bo hêjayî xeta serketinê ya şehîdên me bibin, her roj têkoşîna xwe mezin kirin.

Bi van taybetmendiyên xwe wê her tim pêşengiyê ji me re bikin.

HPG’ê ragihand ku hevrê Botan, Bawer û Canşêr bi meşa lehengî ya li ser xeta fedaîtiyê bûn pêşengên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê.

HPG’ê di dawiyê de ji malbatên hêja yên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gêrîlayên şehîd bûne wiha ne.

Nasnav: Botan Zagros
Nav paşnav: Adil Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik: Emîne
Bav: Elî
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2023, Avaşîn

Nasnav: Bawer Zaza
Nav paşnav: Ahmed Îlhan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Safiye
Bav: Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2023, Avaşîn

Nasnav: Canşêr Adar
Nav paşnav: Basil Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik: Arûs
Bav: Bozan
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2023, Avaşîn
Back to top button