HPG nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir û got:
“Hevreyê me yên şehîd ji Dersimê heta Botanê li tevahiya Bakurê Kurdistanê agirê berxwedanê bilind kirin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 3 gêrîlayên ku di demê cuda de şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê balkişand ser berxwedana gêrîla ya li dijî êrişên giran ên dewleta Tirk a mêtinger û wiha got:

Têkoşîna me ya azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dike.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derfeta herî biçûk jî ji bo azadiya gelê me bi kar tînin û derbên giran li dijmin dixin.

Di her kêliyê de bi fedayî tevdigerin û têdikoşin.

Ji Dersimê heta Botanê li tevahiya Bakurê Kurdistanê agirê berxwedanê bilind dikin.

HPG’ê ragihand hevrê Rêzan, Raperîn û Hîvdar meşa şoreşê di asta herî bilind de meşandin û şehîd bûn.

HPG’ê di serî de ji malbatên hêja yên şehîdan re, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Agahiyên li ser nasnameya gêrîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rêzan Berfro
Nav û paşnav: Omer Dûran
Cihê jidayikbûnê. Mêrdîn
Dayik: Emîne
Bav: Osman
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2018 / Dersim

Nasnav: Raperîn Devrîm
Nav û paşnav: Kûmrû Çetînkaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik:
Bav:
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka

Nasnav: Hîvdar Egîd
Nav paşnav: Mehmet Karahan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Sûzan
Bav: Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Dersim

HPG: Mobesseyek û radarek hatin îmhakirin

Back to top button