Enqere-DBP’ê 5. Kongreya awarte li dar xist

Partiya Herêmên Demokratîk li Enqereyê 5. Kongreya Awarte li dar xist.
Delegesyonên kongreyê, di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya avakirina siyaseta Rêya 3.
Her wiha îşaret bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo jî hate kirin û beşdaran banga xurtkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Li ser pîraniya dengên delegasyonan Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir carek din bûn hevserokên giştî.

Partiya Herêmên Demokratîk DBP, 5’emîn Kongreya Awarte li Enqereyê li dar xist.

Li gel delegasyonan, her wiha rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn.

Kongre, piştî hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir.

Seroka Dîwanê Bedriye Yorgun, diyar kir ku têkoşîn ji pêvajoyan bisînor nîne û bal kişand ser girîngiya xwerexnekirina têkildarî kêmaniyên di hilbijartinan de.

“Tecrîd rojeva sereke ye”

Bedriye Yorgun paşê îşaret bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo kir û wiha got:

“Saziyên navdewletî bi helwesta xwe vê tecrîdê giran dikin

Tecrîd û pergala li Îmraliyê heta niha li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin.

Divê em têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan hêj bêhtir mezin bikin.”

Hevserokên Giştî yê DBP’ê jî diyar kirin ku ew mecbûr in di pêvajoya pêş de siyaseta rêya 3. ava bikin.

“Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan êdî pêk bê”

Hevserokon her wiha bal kişande ser bandora tecrîdê ya li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gotin:

“Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan êdî pêk bê”

Paşê Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî li ser rewşa dawî nirxandin kir.

Pakîze bi bîr xist heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, aştî û demokrasî jî pêk nayê.

Piştî axaftinên beşdaran, rapora xebatan hate xwendin û piştre pêşniyar hatin kirin.

Salîha Aydenîz û keskîn bayindir dîsa hatin hilbijartin

Delegeyan pêşniyar kirin ku Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku duh ji Partiya Çepên Kesk îstîfa kiribûn dîsa bibin hevserokên giştî.

Pêşniyar bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Bi vê yekê re Aydenîz û Keskîn dîsa bûn hevserokên giştî yên partiyê.

Back to top button