QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe ku li Hesekê şehîd bûn û Hêzên Rizgariya Efrînê jî nasnameya şehîdekî xwe eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe ku li Hesekê di encama teqînekê de şehîd bûne eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir her du şehîd heta nefesa xwe ya dawî xwedî li destketiyên şoreşê derketin û li ser jiyan û têkoşîna wan wiha got;
“Şehîd Bagok Kobanê di tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û çeteyên dewleta Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke mezin lîst.
Şervanekî jêhatî bû. Roleke mezin di pêngavên leşkerî de lîst û li Minbic, Reqa û Tebqayê li hember terorîstên DAIŞ`ê û şaneyên wê şer kir.
Şehîd Mazlûm Şêrawa jî, di piraniya şerên parastina Efrînê de cih girtiye. Heta kêliya dawî li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û roleke pêşeng lîst.”
QSD’ê di dawiyê de ji gel û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bagok Kobanê
Nav û paşnav: Bangîn Qere Elî
Navê dayîkê: Şîrîn
Navê bav: Omer
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Kobanê sala 1993`yan.
Cihê şehadetê: Hesekê
Nasnav: Mazlûm Şêrawa
Nav û paşnav: Nebî Gulê Xeyrî
Navê dayîkê: Beyaz
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Efrîn-Şêrawa sala 1995
Cihê şehadetê: Hesekê