Ji bo şervanê QSD’ê şehîd Bagok Kobanê (Bangîn Qere Elî) îro li Kobanê konê sersaxiyê hat vedan.
Bi sedan welatî, endamên saziyan û partiyên siyasî beşdarî konê sersaxiyê a li Taxa Şehîd Kawa bûn.
Bekir Hec Îsa sersaxî ji malbatê re xwest û got:
” Gelê me careke din rastî komkujî û qirkirinê tê. Em soz didin şehîdan ku tola wan hilînin.”
Birayê şehîd Bagok Ciwan Qere Elî jî got:
“Birayê min şûjina çavê dijmin bû.
Bangîn şehîd bû lê bi hezaran Bangîn hene.”