Rêveberiya Xweser: Divê herkes li ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rabe

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişan diyar kir bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk wê bibe gava yekemîn a aramiya Sûriyê.
Şandeya Rêveberiya Xweser jî bi endamê Parlamentoya Belçîkayê re êrişên dewleta Tirk niqaşkirin.

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û bangên ji bo ewlehî û aramiya herêmê zêde dibin.

Rêveberiya Xweser girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da .

Rêveberiya Xweser diyarkir ku êrişên dewleta Tirk bi armanca zindî kirina terorê li tevahî Sûriyê ye û got:

“Êrişên dawî yên giran yên dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişa terorîst a li Humsê pêk hat.

Armanca Tirkiyê zelak e, Sûriye û Sûriyeyiyan dike hedef.”

Rêveberiya Xweser diyar kir bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk wê bibe gava yekemîn a aramiya Sûriyê û herêmê û bang li gelên herêmê û herkesî kir ku li dijî êriş û dagirkeriyê bibin yek û helwestê nîşan bidin.

Parlamentoya Belçkayê li ser êrişên Tirkiyê hat agahdarkirin

Li aliyê din Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi Parlamenterê Belçîkayê Kon Metso re civiya .

Omer derbarê encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê de agahî dan.

Omer da zanîn ku sedema van êrişan bêdengiya Civaka Navnetewî ye.

Kon Metso jî diyar kir ew ji êrişên dewleta Tirk bi fikar e wiha got,

“Êrişên dewleta Tirk li ser Rêveberiya Xweser têkoşîna li dijî têkbirina terorê lewaz dike û aloziya mirovî kurtir dike.

Divê civaka navneteweyî bi erk û berpirsiyar xwe rabe û rê li pêşiya êrişan bigire”

32 partiyên siyasî li dijî êrişan daxuyaniyek dan

Back to top button