Li Şedadê 2 şehîdên QSD’ê hatin oxir kirin

Li Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê ku di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li Dêrazorê şehîd bûbûn, hatin oxir kirin.

Şervanên QSD’ê Beşar û Ehmed 11’ê Îlonê di bersivdana êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li bajarokê Ruweyşed ê rojhilatê Dêrazorê şehîd bûbûn.

Xelkê navçeyê cenazeyên şehîdan bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewdet El Hisên axivî û got:

“Em ê tola hevrêyên xwe hildin û xaka xwe ji terorê rizgar bikin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El Tean jî got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û astengiyan yek in û hevgirtî ne.

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Back to top button