Di civîna lîderên YE de mijara sereke kiryarên Tirkiyê ye

Lîderên Yekitiya Ewropayê (YE) îro dosyayên gefênxwarinên li derve û binpêkirinên hundirîn ên hikumeta Tirk nîqaş dike. Li kêleka wê yekê zextên ji bo ferzkirina cezayan li Enqereyê hene.

Serokên welat û hikumetên YE di civîna xwe ya îro de gelek mijaran û di nav de têkiliyên bi Tirkiyê re û gefên wê li derve û bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û Rojhilata Navîn, nîqaş dikin.

Civîn dê du rojan bidome.

Her wiha dê rewşa siyasî ya hundirîn a Tirkiyê piştî hefteyek zehmet ku tê de doz ji bo girtina partiyên muxalîf (HDP) hatin vekirin û ji peymana têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan vekişîn, bên nîqaşkirin.

Li gorî rojnameyeke Almanî, YE siyaseteke dualî li hemberî Tirkiyê dimeşîne, ji aliyekî ve nîşaneyên ferzkirina cezayan dide, ji aliyê din ve hewl dide diyalogan bi pêş bixe.

Di civînê de wê Nûnerê karûbarên derve û Parastinê yê YE Josep Borrell raporeke giştî li ser têkiliyên siyasî û aborî yên Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê re pêşkêş bike.

Beriya civînê bi rojekê, rêxistina Human Rights Watch a navneteweyî hikumeta Tirk bi êrişa li diîj mafên mirovan tawanbar kir û bang li YE`yê kir ku tedbîran li dijî Enqereyê bigire.

Back to top button