DYA û YE wê ji bo aramiya li Rohilatê Derya Spî bihevre kar bikin

Yekîtiya Ewropa ragihand ku ji bo berjewendiyên hevalbendiyê yên bi Tirkiyê re, ewê di mijara aloziya li Rojhilatê Derya Spî de li gel DYA bixebitin.

Doh Berpirsê Karê Derve û Parastinê yê YE Josep Borrell û Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken li Brukselê civiyan.

Piştî civînê aliyan daxuyaniyeke çapemeniyê da û ragihand ku di nava mijarên wan nîqaş kirîn de Rojhilatê Derya Spî jî heye.

Borrell got,

Ji bo daxistina nakokiyên li Rojhilatê Derya Spî bi awayekî dayîmî ewê bi Tirkiyê re dinava hevkariyê de bin. Her wiha di çarçoveya berjewendiyan de wê bi DYA re jî bixebitin.

Borrell anî ziman ku wan biryarek girîng girtine û ev tişt anî ziman:

Em li ser avakirina forumeke ku di mijara firsend û ezmûnên ku mijara wê Çîn xwedî hemfikirê ne.

Wezîrê Karê Derve Antony Blinken jî daxuyakirin ku wan bi awayekî berfireh nîqaş kirine û got, li dijî Çînê rêya herî bi bandor hevgirtine.

Back to top button