Xelkê Kobanê jî li dijî tecrîda ser Rêber Ocalan meşek lidarxsitin. Kesên beşdarî meşê bûne diyar kirin ew ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.
Meş ji aliyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “dem dema azadiya Rêber APO ye” hate lidarxistin.
Piştî ku meş veguherî mêtingê, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yê herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û terîda girankirî ya li ser Rêber Apo, şermezar kir.
Di dawiyê de, Mehmûd bang li gel kir ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocelan berxwedan û tekoşînê mezintir bikin.