ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: LI IDLIBÊ AGIRBESTA YEKALÎ DEST PÊ KIR

Tevî ku ev çend car in agirbestên binketî tên ragihand jî, îro li Idlibê agirbesteke din a yek-alî dest pê kir.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro ji saet 6’ê sibehê agirbesta yek-alî ya ku duh ji aliyê Rûsyayê ve hate ragihadin derbasî pêkanîn bû.

Çavdêriyê diyar kir bi ragihandina agirbestê re rejîma Sûrî hin top avêtin gundewarê Muaret Numan li gundewarê Idlibê.

Her wiha di hemwextî destpêkirna agirbestê de, rejîmê li rojava û rojava-başûrê bajarê Helebê alav û piştgiriyên leşkerî bich kirin.

Têkildarî agirbestê, heta niha ti helwest ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve derneketine.

1’ê vê mehê û di encamê danûstandinên Astana 13emîn de, Rûsya dîsan agirbesteke yek-alî ragihandibû.

Rûsya merc danîbû, ku ji bo pêknîna agirbestê, divê dewleta Tirk pabendî lihevkirina Sûtiçiyê bibe.

Lê ji ber ku dewleta Tirk ev yek pêk ne anî, agirbest bibin ket û şer dijwartir bû.

Di encam de hêzên rejîmê zêdetirî 66 gund, bajarok û bajar careke din xist bin serweriya xwe de.

 

Leave a Reply

Back to top button