Desteya Perwerde û Fêrkirina dewama Dibistana vegerand sîstema berê

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewama dibistanan vegerand sîstema berê ku ji yekşemê ve ji saet 8:00’an ve dest pê bike.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk doh civîna xwe ya asayî li dar xist.

Hevserokê desteyan, komîteyên perewerdeyê yên tevahî kantonan tev li civînê bûn.

Di civînê de rapora mehane ya deste û komîteyên perwerdeyê hatin xwendin û hatin nrixandin.

Rewşa rêxistinî, rêveber ên desteyan û komîteyên perwerdeyê, astengî û zehmetiyên li pêşiya wan di werza yekemîn a xwendinê de derketine, hatin gotubêjkirin.

Di dawiya civînê de gelek biryar hatin girtin.

Yek ji wan biryara jî vegerandina dewama dibistana wek berê ku ji saet 8’ê sibehê ve dest pê dike.

Her wiha wê civîn bi malbatên xwendekaran re jî bên lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku desteya Perwerde û Fêrkirinê di destpêka zivistanê de dewama dibistana nîv saetekê dereng xistibû ku li şûna 8’an dest pê bike, saet 8 û nîv dest pê dikir.

Back to top button