Rûsya êrişî benderên Ukrayna kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn

Êrişên bi çekên giran, benderên li bajarê başûrê welatê Ukrayna jihev xistiye.
Di êrişa benderan de herî kêm 21 kes birîdnar bûn.
Serokê koma çekdarên Rûs Wagner Prigojin ê li Belarûsya bang li çekdarên xwe kir û got:
“Em ê demekê li Belarûsê bin û rewşa artêşa Rûsya li Ukrayna bi şermok binav kir.

Rûsya di roja sêyemîn a êrişên li ser benderên Ukraynayê de, careke din Odessa kir armanc.

Di dema ku Moskowê li dijî keştiyên ku ber bi Ukraynayê ve diçûn peyamek nû ya gefê parve kir;

DYA got, ev tê wê wateyê ku Rûsya dikare li ser deryaya vekirî êrîşî keştiyan bike.

Êrîşên Rûsyayê li ser başûrê Ukrayna vê hefteyê zêde bûn.

Piştî ku Moskow ji peymana “Korîdora Genim” vekişiya, êrişên xwe yên li ser başûrê Ukrayna dijwar kirin.

Avahiyek ji ber êrişan ji hev ketiye.

Waliyê Herêmê Vitalii Kim diyar kir ku di êrişê de herî kêm 19 kes birîndar bûne.

Waliyê Odessa Oleh Kiper got,

Piştî êrişa li navenda bajar li qadeke 300 metreçargoşeyî şewat derket.

Ji ber şewatê, herî kêm 2 kes birîndar bûn.

Serokê Wagner Prigojin li Belarsûya bang li çekdarên xwe kir

Krîza Wagner, li ser qada şer jî bandora xwe didomîne.

Kanalên Telegramê yên nêzîkî koma çekdarên Wagner a Rûsî vîdyoyek belav kir ku tê bawerkirin serokê Wagner Eevgeni Prigojin li Belarusyayê ye.

Di vîdeoyê de Prigojin silavê dide çekdaran û rewşa dawî ya li Ukrayna weke “şermok” binav dike.

Prigojin her weha destnîşan dike ku Wagner dibe ku di demek pêş de beşdarî şer bibe.

Vîdyo her weha xuya dike ku daxuyaniya berê ya Belarusî piştrast dike ku çekdarên Wagner wê perwerdehiya leşkerî bidin artêşa wî welatî.

Ev yekem dîmenê Prigojin e piştî serhildana çekdarî ya dawiya Hezîranê pêk anîbû.

Dîmen di eywaneke ronahiya wê kêm de hatiye kişandin.

Tê xuyakirin ku Prigojin li ser rêyeke ziftkirî li nêzî zeviyekî ku derdora wê bi daran hatiye dorpêçkirin e.

Prigojin diyar dike ku wan li Ukrayna şerekî li gorî tê xwestin kir û serketinên mezin bo Rûsya bidest xistin.

Prigojin: Tişta li eniya şer dibe şerm e

Tê bihîstin ku Prigojin dibêje,

“Tiştên ku niha li eniyê diqewimin şerm e û em naxwazin tê de ti rola xwe hebe.

Divê em li bendê bin ku em bi tevahî lehengiya xwe nîşan bidin.”

Piştre dibêje ku “biryara wê hatiye dayîn ku demekê li Belarusyayê bimîne.”

Wagner navenda biryargeha xwe ya li Rûsyayê girt

Back to top button