Wagner navenda biryargeha xwe ya li Rûsyayê girt

Koma çekdarên Wagner hebûna xwe ya li Rûsya bi dawî dikin.
Koma Wagner ragihand ku wan biryargeha xwe ya navandî ya li Rûsya girtin.

Baregeha sereke ya perwerdekirina çekdarên Wagner li Krasnodar bû.

Rêveberên Wagner di vîdeo ya li ser hesabên xwe yên medya civakî parvekirin de, girtina barageha xwe piştrast dikin.

Çekdarekî Wagner jî dibêje, wê êdî baregeh li vir nemêne.

Wagner wê ji bo bicibûneke nû biçe.

Şervanekî din jî dibêje ku hemû çalakiyên li baregehê wê heta 30’ê Tîrmehê bi dawî bibin.

Rêveberên Ukrayna û Polonî di dawiya hefteyê de piştrast kirin ku bisedan çekdarên Wagner derbasî Belarûsê bûne.

Bi cihbûna van çekdaran li Belarûsê, Polonya û Ukrayna dixe nava fikaran.

Piştî darbeya çekdarên Wagner ya li nava Rûsyayê ku 24 saetan dewam kir, êdî aaloziya navbera Moskow û Wagner de gihişt asta herî jor.

Piştî bajarê Rostov çekdaran berê xwe dabûn paytext Moskow ê.

Di peymana ku bi navbeynkariya Serokê Belarûs Aleksandr Lukaşenko, Wagner wê li wî welatî bicih bibin.

Back to top button