Li Hindistanê 26 partiyan li dijî serokwezîr Modi tifaqa INDIA ava kirin

Li Hindistanê li dijî serokwezîr Narendra Modi di hilbijartina pêş de, tifaqek xurt derdikeve.
26 partiyên mixalîf 2024’an li dijî Modi itifaqek bi navê INDIA ava kirin.

Lîder û rêveberên 26 partiyên mixalîf yên Hindistanê li bajarê Bengaluru yê li başûrê welat civiyan.

Civîn 2 rojan dewam kir.

Di encamê de, lîderên partiyên mixalîf li dijî deshilata welat biryara hevgirtinê dan.

Serokê partiya sereke ya mixalîf Mallikarjun Xarge ev yek weke serketineke mezin binav kir.

Xarge diyar kir ku navê îtîfaqê INDIA ye ku kurtenivîsa Hevbendiya Pêşketinê ya Neteweyî ya Hindistanê ye.

Endamekî din ê hevbendiyê, got,

Dalits û hindikahiyên, hindûyên nizm, di bin xetereyê de ne.

Partiya Serokwezîrê Hinistanê Modi di hilbijartina 2019’an de ji 543 kursiyan karîbû bêtirî 300’î bidest bixe.

Di wextekî ku wê hilbijartin 2024’an pêk werin de, mixalîf ji niha ve xwe ji bo encameke serketî amade dikin.

Back to top button