Li Zelenda Nû Beriya Kûpa Cîhanê ya Jinan a FIFA êriş: 2 kes mirin

Li Zelenda Nû beriya Kûpa Cîhanê ya Jinan a FIFA 2023’an bi saetan êrişeke çekdarî pêk hat.
Di encamê de 2 kes mirin, 5 jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Zelandaya Nû Chris Hipkins jî got, ew ê bê ku plansazî were guhertin kûpa îro despê bike.

Li Auckland a Zelandaya Nû ya ku amadekariya mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê dike, beriya vekirinê bi saetan êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di êrişê de, yek jê polîs 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Piştî polêsên çûn cihê bûyerê, êrîşkar ket asansorê û demekê gulebaran kir.

Di daxuyaniya polîsan de hat diyarkirin ku êrîşkar piştre li cihê bûyerê mirî hatiye dîtin.

Coster: Çrişkar karkerekî 24 salî ye

Komîserê polîsan Andrew Coster di civîna çapemeniyê de diyar kir ku êrişkar ciwanekî 24 salî ye ku li avahiya dihat lêkirin dixebitî.

Serokwezîrê Zelandaya Nû Chris Hipkins diyar kir li ser bûyera ku wek êrîşa terorê hatiye kirin de agahî tuneye û tûrnûva wek ku hatiye plankirin dewam bike.

Brown: Nayê bala min bûyerekî bivî rengê berê çê bûye

Şaredarê Aucklandê Wayne Brown di daxuyaniyekê de got:

“Nayê bîra min ku li bajarê me yê bedew tiştek bi vî rengî çêbûye.

Bûyerên vê sibehê ji bo hemî Aucklandiyan trajîk û xemgîn bûn.”

Kûpaya Cîhanê ya Jinan ku îsal cara 9’emîn tê organîzekirin.

Kûpa bi mazûvaniya Zelanda Nû û Awustralya tê lidarxistin.

Di pêşbirka vekirinê ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a ku wê li Eden Parkê bê leyîstin de, Zelanda Nû wê bi Norwêcê re were hemberî hev.

Back to top button