Moskow DYA bi êrîşa li ser Kremlînê tawanbar kir

Rûsyayê, DYA tawanbar dike ku destê wê di êrişa Ukraynayê ya li ser Kremlînê de heye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kir ku ew li pişt êrişa Ukrayna ya li dijî Kremlîmê ye û wê balafirên keşfê yên biçek dane Ukraynayê.

Peskov got: “Em baş dizanin ku biryara karên bi vî rengî û van êrîşên terorîst ne li Kîevê lê li Waşingtonê tên dayîn.

Kîev fermanan pêk tîne.”

Waşingtonê tawanbariyên Moskowyê derewandin

Ji aliyê xwe ve berdevkê Meclîsa Ewlekariya Neteweyî li Koşka Spî John Kirby, tawanbariyên Moskovê red kirin û got: “Ti têkiliya me bi vê kêşeyê tuneye”.

Kremlînê ragihandibû ku şeva 3`yê Gulanê, Ukraynayê hewil da bi dronên biçek Kremlînê bombebaran bike lê êrîş hat têkbirin.

Back to top button