Li Qamişlo sibe meşeke girseyî wê pêk were

Sibe wê li dijî êrişên Tikriyê “Meşa Rûmetê” li çend bajarên herêmê pêk were.
Ji wan Qamişlo ye û ji hemû bajarên herêma Cizîrê wê şênî tevlî bibin.
Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê yên Qamişlo banga tevlîbûna meşê û xwedîdertketina li destkeftiyan kirin.

Sibe li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistan û Bakur û Rojhilatî Sûriyê, wê “Meşa Rûmetê” pêk were.

Meşa li herêma Cizîrê wê se’et 10’an li Qamişlo be û ji hemû bajaran şênî wê tevlî bibin.

Silogana meşê jî ev e “Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin”.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mehsûm Hesen anî ziman planên Tirkiyê metirsîdar in û pêwîstî bi berxwdan û çalakiyên wiha heye.

Mehsûm Hesen piştrast kir ku hemû planên dewleta Tirk bi yekbûna gel wê têk biçin û bang li gel kir ku tevli meşê bibin.

Hevserokê PYD’ê ya şaxê Qamişlo Mesûd Dawûd jî dibêje: ”Girîng e di meşê de helwest bê nîşandan, divê gelê me bê helwest nemîne.”

Dawûd jî bang li partiyên siyasî û saziyên li Rojava kir ku li dijî êrişên qirkirinê rabin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Şêrhat Ehmed jî êrişên Tirkiyê şeremzar kir û bang li hemû ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan.

Back to top button