Hoşyar Zêbarî bang li artêşa Iraqê kir: Komên terorîst ên weke YBŞ’ê ji Şengalê derxînin

Xelkê Şengalê, gelê Kurd û hema bêjin tevahiya hêzên siyasî li Iraqê alîgir in ku êrişa hikumeta Kazimî li dijî Êzdiyan raweste. Tenê aliyek heye ji rawestandina şer ne rehet e. Ew jî PDK’ê ye. Lewma berpirsê wan Hoşyar Zêbarî bang li artêşa Kazimî kir êrişa piraniya , 2’ê Gulanê hêzên li dijî hêzên parastina Şengalê dewam bikin. Heta got, ew ê ji her alî ve destekê bidin vê êrişê.

2’ê Gulanê, di roja pêşî ya cejna Remezanê de, çekdarên girêdayî hukûmeta Kazimî bi tank û çekên giran êrişî Şengalê kirin.

Di serî dayîkên Şengalên, Kurdên li welat û Ewrûpayê nerazîbûneke tûnd nîşanî êrişê dan.

Li paytexta Iraqê Bexdayê jî ji bilî Mustefa Kazimî, hema bêjin hemû aliyê siyasî li dijî êrişê derketin.

Îca, hem berxwedana xelkê Şengal û hem jî nerazîbûnên gelê Kurd, Kazimî neçar kir ku vê gavê êrişên xwe rawestîne.

Lê eşkere bû ku PDK’ê ji rawestandina kuştina gelê Êzdî ne rehet e.
Lewma rayedarê PDK’yî Hoşyar Zêbarî bang li Bexdayê kir ku êrişa xwe li dijî hêzên parastina Şengalê zêde bike.

Zêbarî ku ji ber diziya mal û milkê Iraq û Kurdistanê sala 2016’an ji erka wezîrê maliyê hatubû dûrxistin, li ser hesabê xwe ê tevna civakî wiha got:

Em bi hêz destekê didin operasyona artêşa Iraqê li dijî komên terorîst ên PKK’ê.

Divê YBŞ’ê ya girêdayî PKK’ê ye ji Şengalê were derxistin.

Zêbarî yê PDK’yî ku banga kuştina Êzdiyan li artêşa Iraqê kir bû sedema hêrseke mezin li nava civaka Kurd.

Piştî vê helwesta Hoşyar Zêbarî, vê carî jî rêxistina PDK’ê ya binavê Liqa 17’an daxuyaniyeke sosret da.

PDK: Dema êrişa DAIŞ’ê tenê me li ber xwe da û Êzidî parastin

PDK’ê mîna ku 3’yê Tebaxa 2914’an ti sûcê wan di kuştina hezaran Êzdî de tine be, xwe weke yekane parêzvanê Şengalê binav kir.

Lewma ji bîr kir ku dema êrişa DAIŞ’ê Şengal bi giştî û tenê di bin kontrola wan de bû.

Heta êrişa 3’ê Tebaxê, PDK’ê tevî 12 hezar çekdarên xwe li Şengalê bicih bibû.

Li gel vê rastiyê jî, PDK’ê ji encama komkujiyê û tişta bi serî gelê Êzdî de hatî, PKK û YNK’ê berpirsiyar nîşan da.

Di daxuyaniyê de mîna ku henekê xwe bi civaka Êzdî û gelê Kurd bikin, PDK’ê ev îdîa parve kirin:

Hêzên mîna YNK û PKK niha bazirganiyê li ser Şengalê dikin. Dema êrişa DAIŞ’ê, van herdû hêzan Şengal ne parastin.

Yekan hêza ku Şengal parast PDK’û bû.

Piştî vê daxuyaniyê, tişta ku mirov bi bîr PDK’ê bixe ev e:

Dema êrişa DAIŞ’ê, yên li pêş çavê her kesî Êzdî bi tenê hiştin kî bûn?

Serokê wê demê yê herêmê Mesûd Barzanî ji bo kê gotibû, ew ê kesên rê li ber êrişê vekirine ceza bikin?

Qasim Şeşo yê wê demê berpirsekî PDK’ê li Şengalê bû, ji bo kê gotibû, em bi tenê hiştin û reviyan?

Back to top button