Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Girtiyê bi navê Mahsûm Pa-may ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê dima, li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyeke fedayî dawî li jiyana xwe anî.
Girtiyê siyasî Mahsûm Pa-may ji bo ku tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî.
Rêveberiya girtîgehê li malbata Pa-may geriya û rewş ji wan re vegot.
Hate gotin Pa-may ji Cizîrê ya Şirnexê ye û roja Duşemê dema ku bi telefonê bi malbatê re axiviye, ji dayika xwe re gotiye, zexta li ser wan zêde bûye.
Ji 17’ê Adarê û heta niha 7 jê girtiyê siyasî 8 kes bi çalakiyên fedayî dawî li jiyana xwe anîn.
Navê çalakgerên fedayî jî wiha ne;
Zulkuf Gezen, Ayten Becet, Siraç Yuksek, Yonca Akici, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ogûr Şakar çalakî pêk anîn û şehîd bûn.