”Dewleta Tirk çekê gazên kîmiyawî li hemberî gerîla bi kar tîne”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan û Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê diyar kirin, ji ber ku dewleta Tirk nikare berxwedana Gerîlayan bişkîne gazê kîmiyawî û jehrîn bi kar tîne.

Aliyan gotin, divê dewleta Tirk ji ber van sûcên dermirovî di dadgehên navnetewî de werin darizandin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî berxwedana gerîlayên azadiyê nikare bi pêş ve biçe, ji ber vê yekê bênavber çekên gazên kîmiyawî bi kar tîne.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd di derbarê de got:

”Çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne, ji aliyê peymanên navneteweyî qaşo wek çekên qedexekirî tên hesibandin.

Lê mixabin Dewletên navnetewî li himber van sûcên dermirovî tu bertek nîşan nadin. Diyar e ku ew bi vê bêdengiya xwe şirîkê wê ye.”

Hêvî Semer balkişand li ser idiyayên dewletên navnetewî û ev yek anî ziman” Bala xwe bidinê, gelek dewlet îdia dikin ku mafên mirovan diparêzin.

Heta niha dewleta Tirk çend caran li Başûrê Kurdistanê gazên kîmyewî bi kar anîne.

Li dijî vê yekê daxuyaniyek bi tenê jî nedan.

Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku bi çekên kîmiyawî zarokên kurdan tune bike.”

”Divê rêxistinên mafên mirovan bi lez tev bigerin da ku lêkolînên pêwîst bikin”

Hêvî Seyîd daxuyand ku divê li hemberî vê yekê divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û pisporên wan tavilê bi berpirsyariya xwe rabin.

Di vî alî de divê daxuyanî û bangên birêz Cemîl Bayik û Murat Karayilan ên ji bo heyetên serbixwe lêkolînan bikin, li ber çavan bên girtin.

Xalis Mûsavîr: Dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê dike

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Xalis Mûsavîr jî got:

”Bikaranîna gazên kîmyewî li dijî mirovan nayê qebûlkirin li kîjan welatî dibe bila bibe, divê sûckarê mirovahiyê werin darizandin.

Daxwaza Erdoxan ji van êrîşan herêmên ku gelê kurd li dijîn vala bikin, di heman demê de kurdan bide qirkirin.

Cizîrê Xalis da zanîn ” Li himberî vê êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê kurd, berpirsyariya her kesî ye, ji her kesî tê xwestin ku li himberî wê denêg xwe bilind bike.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan û Endamê Yekitiya Rewşenbîran bi yek helwestê diyar kirin ku divê dewleta Tirk ji ber van sûcên dermirovî di dadgehên navnetewî de werin darzandin.

Back to top button