Dewleta Tirk a dagirker carek din li Şehba komkujiyek pêk anî..
Herî dawî gundê Aqîbê yê Şeraya Efrînê topbaran kir û 3 kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest da.
Nûçegihana me ragihand ku, ji ber topbaranê mal bi temamî bi ser malbatê de hilweşaiya û tê de, 2 zarok, dayîk û bav di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da.
Ev malbat ji gundê Bîrmic ê navçeya Mabata ye Efrînê ne, ji ber êrîşên dewleta tirk a 20’ê Çileyê neçar man derkevin û li gundê Aqîbê yê Şer bicih bibin..
Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
Hesen Izet Mihemed 55, Fatime Elî 46 û zaroka wan ya bi navê Sîroced Hesen Mihemed 12.
Di heman topbaranê de 3 şêniyên bi navê Mufîda Remzî Hesen(48), Îsmet Hemo (40) û zarokê 8 salî yê bi navê Cemîl Hemû jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a Şehbayê, li gorî bijîşkan rewşa birîndaran baş e .
24’ê Sibatê jî di encma êrîşên dagirkera dewleta Tirk li ser navçeya Şêrewa ya Efrînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.